Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin 2020-08-11 15:48:09   STENBOL - Xwişka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar Ayşe Sancar hat definkirin.   Xwişka Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar a di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da Ayşe Sancar piştî merasîma cenaze ya li Mizgefta Mîraç a Bahçelîevlerê, hat definkirin.     Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Parlamenterên HDP û CHP’ê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Ayşe Sancar bûn.    Cenazeyê Sancar piştî merasîma li Mizgefta Mîraç a Bahçelîevlerê hat lidarxistin, bi xwendina duayan hat definkirin. Malbata Sancar wê şîna xwe li Weqfa Perwerdê û Piştevaniyê ya Mêrdîniyan a li Bahçelîevlerê dane û serxweşiyan qebûl bike.