Ûygûner ê HDP’î nehat berdan 2020-08-11 15:24:23   STENBOL - Endamê berê yê Meclîsa HDP’ê Bulent Ûygûner ê di Mijdara 2019’an de, li Kocaeliyê hatibû girtin nehat berdan.   3’yemîn danişîna doza endamê berê yê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Ûyguner ê di Mijdara 2019’an de li Kocaeliyê hat binçavkirin û girtin, li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ûygûner ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Ûygûner Bulent Aşa di danişînê de amade bû. Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.    Ûygûner di parastina kir de xwest ku lêpirsîn bê berfirehkirin û wiha got: “Ez dixwazim di danişîna bê de li pêşberî dadgehê, li dijî mutalaayê parastina xwe bikim. Mutalaa hîna jî en gihaya destê min. Dixwazim ku mutalaa ji min bê şandin.”    Parêzer Bulent Aşa jî xwest şahid Kerem Tekoglû bê guhdar kirin û wiha axivî: “Muwekîlê min 9 mehin girtiye. Xebatên wî xebatên partiyek siyasîne. Ji ber vê, cezakirina wî li dijî hiqûqê ye. Hemû delîlên derbarê wî de hatine komkirin. Ji ber vê daxwaza berdana wî dikim.”      Dadgehê biryara da ku girtina Ûygûner dewam bike, mutalaa ji wî re bê şandin, di hizûra dadgehê de parastina xwe bike û danişîn taloqî 30’ê Îlonê kir.