2 kes li Edeneyê hatin girtin 2018-01-03 21:10:08   EDENE - Li Edeneyê ji 17 kesên hatibûn biçavkirin jê 2 kes hatin girtin û 15 kes hatin berdan.    Li Edeneyê polîsan di 28'ê Kanûnê de bi ser gelek malan de girtibû û 16 kes bi hinceta li ser medya civakî "propaganda rêxistinê" kirine binçav kiribûn. Pişti lêpirsîna 16 kesan a li miduriyetea polîsan sewqî dozgeriyê kirin. 15 kes bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê propaganda kiriye" sewqî dadgehe kirin. Kesek jî li dozgeriyê hat berdan. Dadger jî 14 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û Cuma Guven jî girtin û şandin girtîgehê.    Li aliyê din Omer O. ku berê der barê wî de 5 sal û 6 meh nû 20 roj cezayê girtîgehê hebû duh li navçeya Seyhanê binçavkirin û şandin girtîgehê.