ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin 2020-08-11 15:06:54 ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinê ya ÎHD'ê ji bo jinên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin.   Jinan li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê li Kolana Şehîdên Kibrisê xwestibûn meşê li dar bixin û bi îşkenceya polîsan rû bi rû mabûn. Têkildarî mijarê Komîsyona Mafên Jinê ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyonê civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa ÎHD'ê da. Endama Jina Ciwan a Azad (OGK) Bêrîvan Oguz û ji Kizil Okyanusê Îsmaîl Temel ên ku hatibûn binçavkirin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera ÎHD'ê Ayşegul Kizaroglu diyar kir ku di 21'ê Tîrmehê de piştî ku Pinar Gultekîn hat qetilkirin jin daketin qadan û xwestin bimeşin lê bi tundiya polîsan rû bi rû man û wiha got: "Wê demê 12 jin hatibûn binçavkirin. Welatî bûn şahid ku polîsan li jinan dane û heqaret li wan kirine. Her wiha hat astengkirin ku çapemenî û welatî dîmenan bigirin."   Ayşenûr Kizaroglu, anî ziman ku dema jin di 5'ê Tebaxê de derketin qadan û li dijî nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin li der û dorê wesayetên ne fermî yên binçavkirinê hebûn û got: "Amîrên şaxa ewlehiyê îşaret dan û 10 jin bi lêdan û kaşkirinê hatin binçavkirin. Jinek bi kelepçeya berovajî hat cezakirin û di wesayetê de ji jinên din cuda hatiye girtin û tecrîdkirin.  16 kesên bi lêdanê hatin binçavkirin 40 deqeyî di wesayetê de hatin sekinandin. Di dema binçavkirinê kesekî qeyrana dil derbas kir. Bi tevahî 18 kes hatibûn binçavkirin."   'DEST BI PÊVAJOYA QIQÛQÊ KIRIN'    Ayşenûr Kizaroglu, diyar kir ku Tirkiyeyê jî Peymana Li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye û wiha bi dawî kir: "Mafên meş, gotina fikir, azadiya raman, civîn, xwepêşandan tên astengkirin. Em ê wekî jin şopdarê bûyerên diqewimin bin. Hevseroka Giştî ya ÎHD û Seroka Komeleya Hiqûqê ya Têkoşîna li dijî Tundiya Zayendî Eren Keskîn pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin."