Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir 2020-08-11 14:53:46   STENBOL – Jina bi navê Sevdî Aycîl bi parêzerên xwe re daxuyanî da û diyar kir ku giliya O.K. ku li gel biryara dûrxistinê jî timik wê dşopîne û gef lê dixwe kiriye lê dozgeriyê tiştekî nekiriye.   Li Stenbolê, jina bi navê Sevdî Aycîl ku ji aliyê O.K. ve tê tacîzkirin, li parêzerên xwe re li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û serboriya xwe vegot. Aycîl, diyar kir ku gelek caran giliya O.K. kiriye lê ji hêla dozgeriyê ve tiştekî nehatiye kirin.   Aycîl, destnîşan kir ku bi gotinên şahidan derbarê O.K. de biryara neşopandinê hatiye dayîn û agahî da ku O.K. beriya ku wê tacîz bike û gef lê bixwe, heman tiştî aniye serê jineke wêjevan jî û li ser medya civakî hatiye teşhîrkirin. Aycîl, ev tişt got: “Ez bangî zîhniyeta ku tundiya li jinê tê kirin meşrû dibîne dikim; em ê dev ji azadî, têkoşîn û tu mafekî xwe yê ku bi dest xistiye bernedin.”