Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike 2020-08-11 14:26:33 ENQERE – Wezareta Karên Hundir, ji walîtiyên 32 bajaran re giştîname şand û angaşt kir ku dê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike. Di giştînameyê de peyama pêkanîna embargoya xurek a salên 1990’î jî hat dayîn.    Wezareta Karên Hundir, ji walîtiyên Semsûr, Agirî, Erdexen, Baybûrt, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gumuşhane, Colemêrg, Hatay, Îdır, Gumgum, Qers, Kîlîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Rîze, Ordû, Sêrt, Riha, Trabzon û Dersimê re giştîname şand.    DAXWAZA ZÊDEKIRINA KONTROLAN   Di giştînameyê de hat angaştkirin ku ji bo destkeftiyên nû bi dest bixe dê PKK derbasî bicihkirina zivistanê bibe û ji bo vê yekê bi armanca dabînkirina erzaq û amûrê jiyanî mîqdareke zêde diwîz hûr bike. Wezaretê di vê derbarê xwest kontrolên li ser rêyên gundan bên zêdekirin û wesayît di lêgerînên hurgîlî de bên derbaskirin.