Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin 2018-01-03 18:19:55   STENOL – Şaxa AKA-DER'ê ya Kadikoyê bi îdîaya "xebatên bê destûr" dike hat mohrkirin.    Polîsan Şaxa Komeleya Lêkolîn û Çanda Anadolu (AKA-DER) a Kadikoyê mohr kir. Polis nêzî 2 saet berê komele dorpêç kirin û piştre bi hinceta "Bê destûr û agahî xebatan dimeşîne" şaxa AKA-DER'ê mohr kirin. Rêveberên komeleyê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.