Rapora ÎHD’ê: Di 6 mehên dawîn de 638 serdegirtin pêk hatin û 769 kes hatin binçavkirin 2020-08-10 16:13:40 AMED – Li gorî rapora binpêkirina mafan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di 6 mehên destpêkê yên 2020’an de ji 769 kesên hatine binçavkirin 132 kes hatine girtin û bi ser 638 mal û cihê kar de hatiye girtin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, tabloya binpêkirina mafan wek “xof” bi nav kir.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr ya 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Rapor, li avahiya ÎHD’ê ya Amedê bi çapameniyê re hat parvekirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, Serokê Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn û rêveberên şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Guven beşdarî civînê bûn.    DARAZ NE BÊALÎ YE   Beriya aşkerakirina raporê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Parêzer Rehşan Bataray axaftinek kir û destnîşan kir ku li herêmê ji bo Pirsgirêka Kurd di polîtîkayên otoriter ku xwe dispêrên tundî û pevçûnê de tê israrkirin û ev jî di civakê de dibe sedema tabloyeke bi xof. Bataray, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya pevçûnan de û tundiya li ser jinê jî got ku bêalîbûna darazê nemaye.   TECRÎDKIRINA OCALAN   Bataray, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku li Girava Ewlehiya Bilind a Tîpa F a  Îmraliyê pêkanînên derveyî hiqûqê û binpêkirinên mafan didomin û ev tişt got: “Bi berdewamkirina tecrîdê re pêvçûnên ku nikarin bên telafkirin diqewimin. Ji bo careke din serî li bêpevçûn û diyalogê bê dayîn divê şertên ku Ocalan karibe vê misyona bigire ser xwe bên avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.”   RAPOR   Piştî Bataray Nûnerê ÎHD’ê yê Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Abdusselam Înceoren rapora binpêkirinên mafan ku amade kiribûn aşkera kir. Rapor bi hûrgiliyên xwe wiha ye:   “Bi hinceta ku li hişyariya raweste nesekinîne kesek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye. Li girtîgehan 2 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 leşker û polis bi awayekÎ guman jiyana xwe ji dest dan. Rêveberekî partiyeke siyasî di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger û 3 xebatkarên tenduristiyê di encama êrîşê de birîndar bûn. Di pevçûnan de 14 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 15 jê jî birîndar bûne. 78 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan. Kesek sivîl jî di pevçûnan de jiyana we ji dest da. Di encama çalakiyên çekdar de 15 mirin û 23 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê endamên rêxistinê ve hat kuştin. Li ser sînor kesek hat kuştin. 13 kes jî qefilîn û mirin. Di encama teqîna mayînê de zarokek mir. 3 jê zarok, 12 jê jin û 4 jê zilam bi giştî 19 kes bi awayekî guman mirî hatin dîtin.   HERÊMÊN EWLEHIYA TAYBET Û QEDEXEYA DERKETINA DERVE   Li herêmên pevçûn li wan hene li bajaran di sînor ê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Cenazeyê endamekî rêxistinê bi PTT’ê ji malbata wî re şandin. 8 caran gorên endamên rêxistinên hatine hilweşandin.    20 JINAN ÎNTÎHAR KIR   Li herêmê 20 jinan întihar kir û jinek jî helw da întîhar bike. 14 jin bi tundiya di nav malbatê de hatin kuştin û 13 jin ji bi tundiya ku li wan hat kirin birîndar bûn. Li jinekê destdirêjî hat kirin. 8 jin di encama êrîşê de hatin qetilkirin, 6 jin jî bi tundiyê birîndar bûn. Li 4 jinan êrîşa zayendî hat kirin û fihûş li jinekî hat ferzkirin. 3 zarokan întihar kir. Zarokek di encama tundiya nav malê hat qetilkirin. Di nav malbatê de li 2 zarokan tundiya zayendî hat kirin. 3 zarok di encama tundiya ku di nav civakê de li wan hat kirin mirin û 4 zarok jî birîndar bûn. Li 204 zarokan tundiya zayendî hat kirin. Li dibistanê jî tundî li 2 zarokan hat kirin.   441 GIRTÎ  SIRGÛNKIRIN   61 kes li ne li cihê binçavkirin tundî li wan hat kirin. 22 girtî jî li girtîgehê îşkence û memeleya erab li wan hat kirin. Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatin sirgûnkirin. Mafê 35 girtiyan jî hatin binpêkirin.    769 KES BINÇAV KIRIN   Di mehên destpêkê de li herêmê 16 jê zarok 769 kes hatin binçavkirin û ji vana jî 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.”