Baro ji bo parêzerên di rojiya mirinê de, ji wezîr re name şand 2020-08-10 16:12:51   WAN - Baroya Wanê û OHD, ji bo balê bikişîne ser çalakiya parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adîl ketine rojiya mirinê û ji bo daxwazên wan pêk bê, ji Wezareta Dadê re name şandin.    Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya balê bikişînin ser daxwazên Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adîl ketine rojiya mirinê û ji bo daxwazên wan pêk bê name ji Wezareta Dadê re şandin. Parêzeran li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çiftçî, xwest Dadgeha Bilind dosyaya parêzeran lêkolîn bike û xwest Tîmtîk û Unsal ji nûve bên darizandin û daxwazên wan li ber çavan bê girtin. Çîftçî bang li Wezîrê Dadê kir û xwest daxwazên parêzeran li ber çavan bigire û gavên çareseriyê bavêjin.    Parêzeran piştre name şandin û xwestin rapora Saziya Tipa Edlî li ber çavan bê girtin û Tîmtîk û Unsal serbest bên berdan.