Çalakiya li dijî avakirina HES'ê encam dan 2020-08-10 16:02:22   ORDU - Çalakiya şermezarkirinê ya bi pêşengtiya jinan a li dijî avakirina HES'ê ya ku hat xwestin li gundê Balamir a Korgan bê avakirin encam da. Makîneyên kar ên ji bo projeyê hatibûn, ji herêmê hatin derxistin.   Çalakiya şermezarkirinê ya bi pêşengtiya jinan a li dijî projeya HES’ê ya ku dihat xwestin li gundê Balamîr a navçeya Korgan a Ordûyê bê avakirin, encam girtin. Mekîneyên kar ên ji bo projeyê hatibûn, neçar man ku ji herêmê derkevin. Di çalakiya li dijî şikreta ku dixwestin şantiyeya Santrala Hîdroelektirîk (HES) a li gundê Balamîr çêbike, mekîneyên kar hatin astengkirin. Çalakiyên bi pêşengtiya jinan hate kirin, ew û tîmên jendermeyan hatin hemberî hev.   Welatiyên ku tevî zextên leşker û şîrketê jî li pêşiya mekîneyên kar çalakiya rûniştinê kirin, kir ku mekîneyên kar ji herêmê derkevin.   Her wiha welatiyan bi hinceta ku xebatên derqanûnî derbarê şîrker û Şaredariya Korganê gilî li dozgeriyê kirin.