Daristana Licê dîsa dişewite 2020-08-10 15:50:22   AMED / XARPÊT – Agirê li navçeya Qereqoçanê ya Xarpêkê duh bi daristanê ket belav dibe. Îro jî dîsa agir bi daristana li herêma Navçeya Licê ya Amedê ket.    Duh li herêma Gundên Uçbudak û Kolanê yên Navçeya Qereqoçanê duh agir bi daristanê ket. Agirê bi daristanê ket hêj didome û belav dibe. Hat zanîn ku agir li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Uçbudakê bi daristanê ket û ber bi Gundê Kolanê ve belav bû û hêj didome. Her çend hin yekîneyên agirkujê mudaxale kirin jî şewata daristanê didome.    Serokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Qereqoçanê Veysi Saritag, anî ziman ku beşek şewata daristanê hatiye vemirandin û hêj herêmên ku nexistine kontrolê hene. Sarirag, anî ziman ku hin herêm asê ne û maşîne nikare xwe bigine wan qadan û şewat didome.    AGIR DÎSA BI DARISTANA LICÊ KET   Di hefteyên dawî de gelek caran agir bi daristana li Licê ket. Li Gundê Fîsê û Uçarli yên Navçeya Licê dîsa agir bi daristanê ket. Piştî ba zêde bû dîsa agirê bi daristan û zeviyan ket li herêmê belav bû. Welatiyan anî ziman ku heta niha kesan mudaxaleyî şewata agir nekiriye û agir li herêmê belav dibe. Heta niha berê jî li gundên Derxust, Sisê, Cinezur, Henyat û Cımarê agir bi daristanê ketibu û bi dehan hektar zevî û daristan şewitîbû.