Bi hinceta ‘encamên tehlîla wê windaye’ derman nadin girtiya nexweş 2020-08-10 15:21:49   ÎZMÎR- Bavê girtiya jin Mizgîn Çîçek a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne Mîrzeydin Çîçek, diyar kir ku rayedarên girtîgehê bi hinceta “Encamên tehlîlên wê windaye” derman nade keça wî û got: “Em mûxatap nabînin.”    Girtiya jin Mizgîn Çîçek a di Girtîgeha Jinan a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê de dimîne, di hevdîta telefonê ya di 4’ê Tebaxê de bi bavê xwe Mîrzeydin Çîçek re kir de, da zanîn ku ew bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ne.    'ENCAMÊN TEHLÎLÊ WINDA BÛN’   Bavê Çîçek, da zanîn ku her tim pişta keça wî diêşe û wiha axivî: “Keça min pir xêdan dide. Keça min diçe nexweşxaneya kampusa di nava girtîgehê de. Li vê derê tehlîlên mîza wê û fîlmên wê tên girtin. Lê encamên tehlîlên wê dûre winda dibin. Vê yekê dikin hincet û dermanan nadin keça min. Gelo çawan dibe ku li cihekê dibin kontrola dewletê de, encamên tehlîla kesekê winda bibin? Keça min pir zeîf bûye. Girtî hewl didin bi derfetên xwe yên kêm li wê mêze bikin. Di ser êşandinekê de jî derman nadin girtiyan. Em dixwazin van binpêkirinên mafan ji muxatabên wan re ragihînin, lê em mûxatab nabînin.”     'RÛPOŞ Û DEZENFEKTANÊ NADIN GIRTIYAN’   Bavê Çîçek, da zanîn ku girtî bi xwe bi derfetên xwe li dijî şewba vîrûsê bergiriyên xwe digirin û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: “Rûpoş, dezenfektan û amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Derbarê rêveberiya girtîgehê de, mekanîzmayeke kontrolkirinê tuneye. Ji ber vê yekê girtî di halê xwe de hiştine û ji bo wan tu bergirî nayê girtin. Ez bang li Wezareta Dadê dikim ji bo van pêkanînên keyfî bikeve berpirsiyara xwe bi cih bîne. Em li pişt zarokên xwe ne. Em edaletê ji bo zarokên xwe dixwazin. Divê tavilê binpêkirinên mafên girtiyan bi dawî bibin."