Tedawî li Tîmtîk û Unsal tê fezkirin 2020-08-10 15:00:39 STENBOL – Koodînasyona Azadiya Parastinê, bang hestiyariyê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal kir û agahî da ku tedawî li Tîmtîk û Unsal tê ferzkirin.    Koodînasyona Azadiya Parastinê, ji bo balê bikişînin ser rewşa parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, li ber Edliya Stenbolê ya li Çağlayanê daxuyanî da. Hiqûqnasan, pankarta “Bila edalet pêk bê û Ebrû û Aytaç bijîn” vekirin dowîzên ku li ser wan wêneyên Tîmtîk û Unsal û nivîsa “Ji parastinê re azadî” hebûn hildan.    Di daxuyaniyê de Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê Çîgdem Akbûlût, axivî. Akbûlût, diyar kir ku Tîmtîk û Unsal ji aliyê leşker û gardiyanan ve tên tacîzkirin û serê her saetê xebatkarên tenduristiyê diçin cem wan û ji wan re dibêjin ku tedawîkirin peywira wan û tedawiyê li wan ferz dikin.    Her wiha Akbûlût agahî da ku îro li Enqereyê parêzeran bi daxwaza tevdîrê ji bo Tîmtîk û Ûnsal serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.