Wezaretê, birîna ceyranê ‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît 2020-08-10 14:31:22   MÊRDÎN – Wezaretê, pêşnûmepirsa parlamentera HDP’ê Pero Dundar a derbarê birîna ceyranê de bersivand û birînê‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji meha gulanê ve ceyrana zêdetirî 100 gundên navçeyên Mêrdînê bi hinceta ku deynê wan heye dibire. Parlamenera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, birîna ceyranê bi pêşnûmepirseke birîbû rojeva meclisê û sedema birînê ji Wezareta Çavkaniyên xwezayî û Enerjiyê pirsî bû.    Wezretê bersiv parlamenter Dundar da û birîna ceyranê de bersivand û birînê‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît û parast ku ceyrana kesên ku deynê wan hene tenê tê birîn.