Girtî 55 roj in di grevê de ne 2018-01-03 16:16:55 AMED - Wekîla HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ji ber astengkirina mafên tenduristiyê û îşkenceya li girtîgehê 55 roj in di greva birçîbûnê de ne û ev tişt got: "Malbat dibêjin ku zarokên wan bi girtiyên edlî re tên girtin û zextan li wan dikin." Endama Komîsyona Girtîgehan a HDP'ê û Wekîla Amedê Sîbel Yîgîtalp, ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtêi daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya li avahiya HDP'a Amedê hat dayîn, malbatên girtiyan û parêzer jî tev li bûn. Bavê Berhat Akinci yê 14 salî yê li Girtîgeha Tîpa E a Xarpêtê dimîne Abdulhalîm Akinci destpêkê axîvî û ev tişt got: "Îşkenceyê li zarokên me dikin û divê raya giştî di vî warî de serwext be."   Akinci da zanîn ku kurê wî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnê Xarpêtê kirine û wiha pê de çû: "Derûniya kurê min û hevalên wî ne baş e. Piştî ji hucreyê derxistine ew avêtine nav girtiyên edlî. Vê carê di nava girtiyên edlî de hem gardiyan û hem jî girtiyên edlî zextan li wan dikin. Di hevdîtina dawî de dixwest ji nava girtiyên edlî derkeve."   Dayika Rohat Caruş ê ji Girtîgeha Amedê şandin Xarpêtê Makbule Caruş, destnîşan kir ku piştî kurê wê sirgûnê Xarpêtê kirine, îşkenceyê dest pê kiriye û wiha axivî: "Ew avêtine nav girtiyên edlî, ji ber vê derûniya wan ne baş e."   ‘LI GIRTÎGEHAN 600 ZAROKÊN DI BINÊ YEK SALÎ DE HENE’   Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî diyar kir ku zarokên 14 salî davêjin girtîgehê û tiştên li vir diqewimin, siyaseta welat bi vekirî datîne holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtîgeh di dema AKP'ê de serdema herî xirab derbas dikin. Hezar û 25 girtiyên nexweş ên raporên wan heyî heye. Di binê yek salî de 600 zarok li girtîgehan bi dayikên xwe re dimînin. Di dîroka komarê de cara ewil girtîgeh ew qas tijê bûn. Dema ev li vê rewşê mêze dikin, em dibînin ku AKP welat çawa bi rêve dibe."   GREVA BIRÇÎBÛNÊ 55 ROJ E DEWAM DIKE   Yîgîtalp derbirî ku li Girtîgeha Xarpêtê 10 girtî 55 roj in di greva birçîbûnê de ne, grev di asteke krîtîk de ye, ji ber ku girtî dengê xwe nikarin ragihînin, serî li çalakiyê de ne. Yîgîtalp, bang li tevahiya gel kir ku li dijî binpêkirinên li girtîgehan xwedî helwest bin.   RAPORA DER BARÊ GIRTÎGEHAN DE   Rapora der barê girtîgehan de wiha ye: "Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê jinên girtî di bin zextên cidî de ne. Koma bi navê 'A Takimi' êrîşê jinan dike û bi hinceta li koxûên C-4, C-6 û B-G'yê, şewat heye mudaxale dikin û dibin sedema birîndariya 4 girtiyan. Di dema hejmarê de zarokên ranebin ser xwe, wan dibin odeya memûrê berpirsyar û ji kamerayan dûr wan derb dikin û çêran li wan dikin. Dîsa li Girtîgeha Tîpa T Refîk Kaçar û Reşît Teymur di hucreyan de îşkence kirine.   Girtiyên li girtîgehên Xarpêt û Boluyê ragihandin ku di dema nasnameyê ji wan dixwazin, dibêjin ku hûnê wekî leşkeran bikin qêrîn û bersivê bidin. Girtiyê bi navê Resul Ozbey nexweşê weremê ye û beyî ku bê tedawîkirin, ji Girtîgeha Panosê ya Agiriyê şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa L a Agiriyê.   Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi pêkanînên îşkence, lêgerîna tazî û êrîşên fîzîkî di rojveê de ye û 500 girtî li wir tên girtin. Di demên lezgîn de ambulans an nayê an jî gelekî dereng tê. Hin derman bi pere difiroşin girtiyan. Dîsa nexweşiya serdema navîn a tuberkulozê dest pê kiriye."