Ji Sêrtê reda xwe ya wijdanî ragihandin 2020-08-10 13:25:02 SÊRT - Şerîf Polat û Îrfan Yildiz ên eskertiya bi zorê qebûl nekirin, reda xwe ya wijdanê aşkere kirin.    2 welatiyên bi navê Şerîf Polat û Îrfan Yildiz, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xistin û li dijî ekseriya bi zorê reda xwe ya wijdanê aşkere kirin. Îrfan Yildiz ê biryara xwe ya reda wijdanê aşkere kir, diyar kir ku ew di sala 1997’an de li Taxa Kenar a Êlihê hatiye dine û rastî tundiya mîtîtarîst hatiye.    Yildiz, anî ziman ku di hemû demên zarokatiya xwe de, gaza îsotê, cop, dengê çekan û zext, ji dû wî neqetîne û wiha got: “Divê mirov pereyên ji bo zikê xwe tije bikin, nedin gule û çekan. Ez vê red dikim. Ez roja ku li bendêbim mar were bi min ve bide, red dikim. Ger ez bixwazim ezê keskesor, ger ez bixwazim ezê ripîreşê û ger ez bixwazim ezê sor li xwe bikim, lê ez wergirtina kamuflajker a ferzî min tê kirin red dikim. Talankirina mafê jin, zarok û LGBTÎ+ a bi tundiyê red dikim. Piştî gef li min hat xwarin û rojek şûnde li kişlayê hatim kuştin, red dikim. Ez fermanên bibin sebeba serjêkirina min û li goristana bêkesan bêm definkirin, red dikim. Ez red dikim destê min bikeve xwîna bi milyonan mexdûrên şer. Ez red dikim ku beşdarî refên destên ku ji pêşerojê heya roja îro îşkence bi gelê kurd kirine bibim. Li ser vî esasî ez reda xwe ya wijdanî aşkere dikim û dixwazim ji vir û şûnde jiyana xwe bi awayekê bi rûmet dewam bikim. Heya ku axa me terk bikin, ezê vê helwesta xwe dewam bikim.”   ‘JI BER VÊ EZ REDA WIJDANÎME’    Sînemager Şerîf Polat ê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji kar hat avêtin jî, anî ziman ku di sala 1990’an de li Sêrtê hatiye dine û wiha axivî: “Ez yekemîn mexdûrê şerê herêm dil girtiye me. AKP’ê dîsa xwedî polîtîkayên şer ê bûye kevneşopiya dewletê derket û tundiya dewletê ya li dijî gelê kurd derxist asteke hîn jortir. Hîna jî kesên mîna min weke ‘malbatên terorîs’ tên kodkirin, di gelek qadan de tên fîşkirin û mafê wan ji destê wan tên girtin. Hevşaredarên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî cihê wan hatin kirin, bi terorê tên sûcdarkirin. Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, mafê me yê herî pîroz ê xebatê ji destê me girtin. Li dijî van bêdeng mayîn û hezimkirin, tam jî li gorî dilê wane. Ji ber vê yekê ezê bêdeng neminim û nebim eskerê dewleta ku mafê jiyanê ji bo min nas nekiriye. Ezê di yek saziyên wê de nexebitim. Tu qezencekê şer tuneye. Şer bi xwe re tenê hilweşandinê tîne û bi sedsalan bandora şer dewam bike. Koçbertî, dejenerasyon û tavram ne pîrozin. Ez naxwazim bibim parçeyekê vê ne pîroziyê. Mirin û kuştin ne alternatifên destpêkê ne. Mirov ne pîroze. Ji bo ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixe, jin û kesayetên LGBTÎ+ neyin qetilkirin, cudakarî bi dawî bibe û kedxarî ji holê rabe, divê mîtîtarîzim, serdestiya zilam a ku wê xwedî dike û birdoziya heteroseksîst bên redkirin. Ji ber vê yekê ez reda xwe ya wijdanê aşkere dikim.”