Malbatan di meha 58'an de qurbaniyên GAR'ê bibîr anîn: Em ê her tim bêjin aştî 2020-08-10 12:53:21 ENQERE - Malbatên ku zarok û xizmên wan di Komkujiya GAR'ê ya Enqereyê de ji aliye DAIŞ'ê ve hatibûn qetilkirin di meha 58’an de dîsa kom bûn û gotin: “Em ê her tim bêjin aştî"    Malbatên 103 kesên ku di mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqereyê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Malbatên 103 kesan di meha 58'an de dîsa li Qada GAR'ê ya Enqereyê kom bûn û xizmên xwe yên bûn qurban bibîr anîn. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê  (10 Ekim-Der), di meha 58’an de bername li dar xist û kesên hatin qetilkirin bibîr anînk. Ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) hindik malbat amade bûn. Li qadê ewil rêz girtin û piştre kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Rêveberê 10 Ekim-Derê Îhsan Seylan, diyar kir ku ew dê heta dawî bêjin aştî û li her derê banga aştiyê bilind bikin. Seylan, destnîşan kir ku ew dê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê berdewam bikin.    Seylan, ji rayedarên şaredariyê xwest ku demek berî demekê xebatên bîrdariyê bi dawî bikin û wiha got: "58 meh in em lêgerîna aştî û edaletê berdewam dikin. Kesên di 10'ê Cotmehê de li vê qadê bûn, ji bo aştî û demokrasiyê hatibûn vê qadê. Wan ji bo me canê xwe da. Em ê jî ji bo doza wan têbikoşin. Em ê têkoşîna aştî, demokrasî û kedê mezintir bikin. Ne 5 sal 500 sal jî derbas bibin emê navê kesên hatin qetilkirin bibîr bînin.    Çalakî bi dirûşmeya “10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîr kirin" bi dawî bû.