Şewata li Mêrdînê, piştî qedexeyê hat vemirandin 2020-08-10 11:57:04 MÊRDÎN - Şewata di dema operasyona leşkerî ya li çoltera navçeyên Dêrik û Şemrex ên Mêrdînê de rû dabû, piştî qedexeya rakirina derketina kolanan ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.    Li herêma Eyndîlbê ya dikeve navbera gundên Şêba Jêr a navçeya Dêrikê û goma Kaniya Elî û gundê Şêbê yên girêdayê navçeya Şemrex ên Mêrdînê, eskeran di 8’ê Tebaxê dest bi operasyonê kiribûn û qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Qedxeya derketina kolanan duh bi şev bi dawî bibû.    Di dema operasyona eskerî de, agir bi daristan, bax û bexçe welatiyan ketibû. Şewata rû dabû piştî qedexeyê ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Welatiyên herêmê piştî ku eskeran herêm terk kirin û qedexe hat rakirin, nû karin ji malên xwe derkevin û dest pê kê şewata li herêmê vemirandin. Hat diyar kirin ku ji ber şewatê, qadeke mezin a daristanê bûye xelî.    Hat ragihandin ku li herêmê di şerê 2 rojan dewam kir de, 1 jê jin 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane.