26 Rêxistinên Civakî bang kirin: Peymanê pêk bînin 2020-08-10 11:43:25 STENBOL –26 rêxistinên civakî ku di navde HDK jî heye, bang li hikûmetê kirin ku Peymana Stenbolê pêk bînin û gotin: "Ne li rêya derketina ji Peymana Stenbolê bigerin, li rêyên pêkanina Peymana Stenbolê bigerin."    26 rêxistinên civakî û demokratîk ku di navde Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî heye, bang li hikûmetê kirin ku Peymana Stenbolê pêk bînin û têxin meriyetê. 26 rêxistinan bi sernavê "Peymana Stenbolê dide jiyandin" bang kirin û gotin: "Ne li rêya derketina ji Peymana Stenbolê bigerin, li rêyên pêkanina Peymana Stenbolê bigerin. Eger Peymana Stenbolê di meriyetê de bûya dê ji çileya 2020'an heta niha 163 jin û di Tîrmeha 2020'an de jî 32 jin nehatina qetilkirin. Ji ber vê yekê li şûna hûn ji Peymana Stenbolê derkevin, peymanê pêk bînin. Li rêya pêkanîna peymanêbigerin."    RÊXISTINEN PEYMAN ÎMZE KIRIN:    Înîsiyatifa Welatiyên Bodrum 2017, Hewldana 78’an, Komeleya Ocaxa Fikrên Elewî, Hewldana 78’an a Enqereyê, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Daktilo 1984, Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB), Komeleyên Elewiyên Demokratîk, Komeleya Oldaran (DİAYDER), Koma Diyalogê, Meclîsa Jinan a Platforma Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhilat (DGD), Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD), Hewldana li Dijî Sûcên Fikrê, Komeleya Şopandina Ji bo Mafên Wekhev, Tevgera Ewlehiyê, Platforma Heq û Edaletê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Sendîkaya Lîstikvanan, Komeleya Lêkolînên Azadiyê Komeleya Nivîskarên PEN'ê, Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal, SODEV, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS), Komeleya Hindekarên Zanîngehan (ÜNİVDER),  Hewldana Welatiyan û Komeleya Welatiyan.