Endamtiya wî ya AKP’ê nehat qebûl kirin, êrîşê avahiya HDP’ê kir 2020-08-10 11:30:36   STENBOL - Di saetên şevê de, li dijî avahiya HDP’ê ya Bakirkoyê êrîş pêk hat. S.A. yê derbarê êrîşê de hat binçavkirin, diyar kir ku piştî ku AKP’ê endamtiya wî qebûl nekir, êrîşî avahiya HDP’ê kir.    Di saetên şevê de, li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bakirkoyê êrîş pêk hat. Di êrîşê de cam û deriyê avahiya navçeyê hatin şikandin. Kesê bi navê S.A. derbarê êrîşê de hat binçavkirin. Polîsan S.A. birin Midûriyeta Polîsan a Kartaltepe û li bendêye îro sewqî dozger bê kirin.    ‘EZ DESTEKÊ NADIN HDP’Ê’   S.A. di îfadeya xwe ya li Midûriyeta Polîsan da de wiha got: “Ez destekê nadim HDP’ê. Min xwest bibim endamê AKP’ê. Lê endamtiya min nehat qebûl kirin. Dema ku çavê min avahiya HDP’ê ket, min kevir  ji erdê girt û avê camên avahiyê. Cam şikestin. Polîs hat. Tiştên derbarê bûyerê de bêjim evin.”    DARBARÊ MIJARÊ DE WÊ DAXUYANÎ BÊ DAYÎN    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Kesekê faşîst dûh saet 04.00 şevê êrîşî avahiya me ya li Bakirkoyê kir. Bi taybetî di demên dawî de partiya me tê hedef nîşandan û teşwîqî êrîşan tê kirin. Di encamê de partiya me rastî êrîşan hatiye. Derbarê vê êrîşa bêhiş de, em hemû hêzên demokrasiyê û rayedarên dewletê vedixwînin berpirsiyartiyê.  Em ê derbarê vê êrîşê de, îro saet 14.00’an de li ber avahiya Bakirkoyê ya navçeyê, daxuyaniyê bibin çapemeniyê.”