Dolar bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir 2020-08-10 11:12:13 ENQERE – Dolar piştî ku bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir, derket 7,3330 TL’yî. Roja înê, dolar di navbera astên 7,1313 û 7,3694’an çû hat û li gorî girtina rojek berê bi qezenca 0,7’î rojê bi 7,2930’yî temam kir. Dolar, îro bi bilindbûnê dest bi hefteyê kir û saet derdora 10.15’an de bi 0,5’î zêdetirî rojek berê derket 7,3330 TL’yî.    Di heman xulekan de Eûro bi zêdehiya 0.7’î bi 8,6287 TL’yî î Sterlîn jî bi qezenca nirxekê 9,5804 TL’yî tên firotin. Zêr jî xirama wî bi 475,47 TL’yan tê kirîn û bi 476,12 TL’yan jî tê firotin. Nîvzêrk jî bi 761,24 TL’yan tê kirîn û bi 780,24 TL’yan jî tê firotin.