Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da 2018-01-03 15:44:05 WAN - Zilamê bi navê A.P. ê li hevjîna xwe xist, di îfadeya li emyetê da de, got ku "Hêdî dimeşiya, lewma min lê da." Duh li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê, zilamê bi navê A.P. li hevjîna xwe ya zaroka piçûk li milê wê bû xist. A.P. bi pehnan gelek caran li jina ciwan xist û şideta A.P. ket ber qeydên kamerayê. Zilamê êrîşkar hat binçavkirin û ew birin emyetê. A.P. wekî hinceta şideta li dijî hevjîna xwe jî "Ji ber ku hêdî dimeşiya" da nîşan û xwe bi van gotinan parast.   A.P. hêj li emyetê di bin çavan de tê girtin.