Agir bi Hevselê ket 2020-08-10 10:31:55 AMED – Li 2 deverên cûda yên Baxçeyên Hevselê ku di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, şewat derket û hin dar şewitîn.   Li navçeya Sûrê ya Amedê, li 2 deverên cûda yên Baxçeyên Hevselê ku di nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya ÛNESCO’yê de cih digire, di saetên şevê de şewat derket. Agir li nîveke baxçe derket û nayê zanîn ku ji aliyê kî ve bi çi sedemê derketiye. Piştî bihîstinê mudaxaleyî agir hat kirin û hat vemirandin.    Di şewatê de hin darên baxçe şewitîn û derbarê şewatê de lêkolîn hat destpêkirin.