Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in 2018-01-03 15:43:22 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê rapora 9 mehan a binpêkirinên mafan a li girtîgehên herêma Marmarayê parve kir. ÎHD'ê da zanîn ku bê navber girtin didome û wiha got: "Di girtîgehan de cih nema. Ev rewş jiyana li girtîgehan diqedîne." Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li komeleyê der barê binpêkirinên mafan ên ji Nîsana 2017'an heta Kanûnê li girtîgehên herêma Marmarayê qewimî ne, ji raya giştî re parve kir. Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 û Hejmar 1 a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê, Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Koçaeliyê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirmayê û Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê ji raya giştî re hatin parvekirin.   ‘CÎHANEKE BÊYÎ GIRTÎGEH’   Beriya naveroka raporê bê parvekirin, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî li ser rewşa girtîgehan sekinî û aşkera kir ku pêkanîn veguherîne îşkenceyê û ev tişt got: "Divê demil dest mudaxaleyê girtîgehan bikin. Herî dawî pêkanîna cilên yek tîp xistin dewrê. Divê pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin. Em di sala 2018'an de cîhaneke beyî girtîgeh dixwazin. Heke girtîgeh tune bin, dê pirsgirêk jî tune bin."   107 KESAN SERÎ LI ÎHD’Ê DAN   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Aylîn Hacaloglu da zanîn ku di çarçoveya serlêdan, name, faks, telefonên malbatan rapora der barê girtîgehan de hatiye amadekirin û ev tişt got: "Di navbera Nîsaha 2017 û Çileya 2018'an 107 kesan serî li komeleya me dan. 27 serlêdan der barê binpêkirinên mafên tenduristiyê de ne, 22 serlêdan ji ber îşkence û darp, 45 binpêkirinên mafan ên giştî ne, 2 binpêkirinên mafan ji ber êrîşa zayendî pêk hatiye, 7 daxwazên sewqê, di 2 girtiyan de fikara windakirinê, kesek mafê wî yê parêzeriyê hatiye binpêkirin û kesek jî ji ber ku temenê wî 70 salî ye, serlêdan kiriye."   ‘EM BERSIVÊN KU DI PRATÎKÊ DE TUNE DIGIRIN’    Hacaloglu aşkera kir ku di nava vê demê de wan 69 daxwazname ji miduryeta giştî ya girtîgehan, serdozgerê komarê û Wezîrê Edaletê re şandiye û der barê van daxwaznameyan de ev agahî da: "Saziyên dewletê bi    SEWQÊN LI GIRTÎGEHAN    Hacaloglu diyar kir ku bi OHAL’ê re heta dawiya 2017’an pirsgirêkek herî bingehîn yek jê jî sewqên li girtîgehan bûn û bi sewqan re gelek binpêkirina mafan jî rû dan. Hacaloglu sewqên li girtîgehên Tîpa F a Edîrneyê, Tîpa F a Bolu û Tîfa T a Kayseriyê mînak da û di sewqan de kel û pelên girtiyan ên taybet jî nedane wan.    ‘GIRTÎGEH TIJE BÛNE GIRTÎ LI ERDÊ RADIKEVIN’    Hacaloglu bibîr xist ku li girtîgehan bi ser kapasîteyan re girtî hene û got: “Di qawîşên 3 kesan de 12 kes dimînin. Ev yek rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Ji aktîvîteyên civakî heta tenduristiyê bandorê li ser jiyana girtiyan dike. Ji ber kapasîte tije bûne girtî li erdê radikevin. Nexweşan dernaxin revîran û sewqa wan a nexweşxaneyan pêk nayên.”   'PIRTÛKAN NADIN Û DERMANKIRINA KELEPÇEKIRÎ FERZ DIKIN’    Hacaloglu di berdewama axaftina xwe de da aşkerekirin ku gelek pirtûk û kovaran jî nadin girtiyan û dest datînin ser faks û nameyên girtiyan û bi mehan radestî wan nakin. Hacaloglu destnîşan kir ku li gelek girtîgehan li ser girtiyan dermankirina bi kelepçekirî ferz dikin û pirsgirêkên cidî yên nexweşîna girtiyan hene.    MALBAT DI LÊGERÎNAN DE HATIN TACÎZKIRIN     Hacaloglu, da zanîn ku bi OHAL’ê re lêgerînên bi keyfî berdewam kirin û  wiha pê de çû: “Girtî necar kirin ku nav û paşnavên xwe di hevdîtinên telefonê de bêjin û mafê hevdîtina sê hevalan ji holê hat rakirin. Bi biryara KHK’ê hevdîtinên bi parêzeran re girtin bin qeydên kamerayê û peywirdareke ji bo bikeve hevdîtinê diyar kirin. Li hin girtîgehan di sewqên dadgeh û nexweşxaneyê de kontrolkirina altel li ser girtiyan ferz kirin û girtiyên ev kontrol qebûl nedikirin jî ne dibirin dadgeh û nexweşxanê. Malbatên diçûn girtîgehê di lêgerîna asta tacîzê re derbas dikirin.     'GIRTÎ BI ŞERTÊ KONTROLÊ NAYÊN BERDAN'   Hacaloglu, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Girtiyên siyasî yên salek cezayê wan ê girtîgehê mayîn, bi şertê kontrolkirinê nayên berdan û ev mafê wan ji destê wan hatiye girtin. Girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê di ketina girtîgehê rastî lêgerîna tazî tên û ev li ser wan tê ferzkirin. Girtiyên vê pêkanînên qebûl nakin rastî derbên gardiyanan tên. Li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê girtiyan paşve kelepçe dikin û wan wisan dibin dadgehê. Girtiyên bertek nîşanî vê pêkanîn didin rastî îşkenceya gardiyenan tên. Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku tên dermankirin, ji wan 20 girtiyan bi lêdan û îşkenceyê sîrgûnê Girtîgehên Tîpa F a Bolu û Girtîgha Tîpa T a Kayseriyê dikin.”   Hacaloglu, dest nîşan kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hêjmara leşkerî ferzî girtiyan dikin û wiha got: “Girtiyên jin ên diketin girtîgehê de rastî lêgerîna tazî û muameleyên xerab hatin û daxwazên wan ên herî biçûk jî bi cih ne anîn.”   ‘ÊDÎ LI GIRTÎGEHAN JIYAN NABE’   Hacaloglu, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê ji bo bêmafiyên tên jiyîn çareserî bê dîtin. Bi îlankirina OHAL û hewldana darbeyê re  salek û nîv derbas bûn. Lê ligel vê yekê jî êrîşîn li dijî civaka muxalîf bi dawîn nebûne û her ku diçe girtin zêdetir dibin. Êdî li girtîgehan ji ber vê rewşê jiyan nabe. Pêkanînên tecrîtê, muameleyên keyfî, îşkence, îdîayên muameleyên xerab, sîrgûn, cezayên disîplînê, di demê xwe de mudaxileyî tenduristiya girtiyan nekirin û  ne berdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan her diçin mezintir dibin û divê demildest ev sûcên mirovahiyê ji holê bên rakirin.”