ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-10 09:00:18 * Rojnameger Ercument Akdenîz, diyar kir ku piraniya karkerên koçber di karên bêqeyd û bêewlehiyê de tên xebitandin û got: “Divê  partiyên siyasî û sendîka li gorî koçberan jî polîtîkayên xwe diyar bikin û wan jî bi hesibînin.” * Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Dervê yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku bi hilbijartina li DYA’yê re, wê pêşketinên li Rojhilata Navîn jî bi guherin û got: “Avakirina baregehên li Sûriyeyê û Iraqê yên Tirkiyeyê, bi temamî serpêhatiya yekparêziyê ye. Ji ber vê wê fatûryên şer hem li AKP û hem jî li Tirkiyeyê bên birîn.”    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora 6 mehan a binpêkirina mafên mirovan a li bajarê herêmê li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike.(12.00)