Agir bi daristana Qereqoçanê ket 2020-08-09 16:23:56   XARPÊT - Li Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir belav dibe.      Li Gundên Uçbudak û Yogun Agaç ên Navçeya Qereqoçanê ya Xarpêtê ji ber sedemek nehat zanîn agir bi daristanê ket. Hat fêrbûn ku ewil agir li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Uçbudakê bi daristanê ketiye û belav bûye. Piştî agir bi daristanê ket, ji ber bayê zêde agir zû li herêmê belav bû. Di dîmen û wêneyên hatin kişandin jî nîşan dide ku agir belav dibe û didome. Piştî agir bi daristanê ket, 2 maşîneyên kar dora agir xet dikin û hewl didin şewata daristanê vemirînin. Welatiyên herêmê anîn ziman ku agirê 4 saet berê bi daristanê ket bi lez belav dibe. Welatiyan rayedar hişyar kirin û anîn ziman ku eger mudaxile neyê kirin dê agir bi gund bikeve.