Malbatan kevirê Goristana Sîsê nû kirin: Zarokên me ne bê xwedî ne 2020-08-09 15:33:28 AMED - Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Goristana Sîsê ya Licê ne, piştî goristan şewitî û kevirên gorên zarokên wan hatibûn şikandin, îro çûn Licê û dîsa gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatan di ziyaretê de nava goristanê paqij kirin û kevirên gorên zarokên xwe yên hatibûn şikandin nû kirin. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan ne bê xwedî ne.  Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Goristana Sîsê hatibûn defin kirin, piştî cejna Qurbanê îro dîsa çûn goristan ziyaret kirin. Malbatan nava goristanê paqij kirin û kevirên gorên hatibûn şikandin nû kirin. Di ziyaretê de malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, Rêveberên MEBYA-DER, HDP, DBP) û gelek kesên din amade bûn. Malbat û rêvberên saziyan bi hevre Goristana Sîsê ziyaret kirin û nava goristana şewitîbû paqij kirin. Malbatan û rêveberên partiyan, piştî nava goristanê paqij kirin, kevrên gorên ku hatibûn şikandin dîsa nû kirin. Malatan, piştî kevirên gorên zarokên xwe nû kirin dîsa navê zarokên xwe li ser kêliyên gorê nivîsandin.    LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'   Munevver Pasîn a 61 salî ku kurê wê Yilmaz Azad Pasîn di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî rûxandin û şikandina kevirên goran da û wiha got: "Çi ji hestiyên mirovan dixwazin. Ew mirine çima wan rehet bernadin. Kesên goristan şewitandin û kevirên kêliyê zarokên me şikandin, çawa kezeba me şewitandin, ez ji xwedê hêvî dikin ku bila keseba wan jî bişewite. Bi salan e em doza aştiyê dikin. Lê ew hêj êrîş dikin û şer dixwazin."    'ZAROKÊN ME NE BÊ XWEDÎ NE       Rabîa Tekîn a keça wê Mizgin Tekîn di sala 1992'an de di şer de jiyana xwe ji dest da jî xemgîniya xwe ya li hemberî vê manzarayê anî ziman û got: "Berê em dihatin ser gorên zarokên xwe kêfa me dihat. Me digot emê gorên zarokên xwe hembêz bikin. Lê niha em vê dîmenê dibînin em xemgîn dibin. Dewletê berê jî gorê zarokên me xera dikirin, niha jî xera dikin. Çi heqê wan heye gorên zarokên me dişewitînin û xera dikin? Zarokên me ne bê xwedî ne. Her gorek û xwediyeke-î wê heye.    Piştî malbatan goristan paqij kirin û gorên kevirê wan şikestibûn nû kirin, Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag, li pêş goristanê daxuyani da û got: "Em rûxandina gor û goristanan qebûl nakin. Aw çiqas êrîş bikin, bişewitînin û xera bikin emê dîsa nû bikin."