Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin 2020-08-09 13:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên, der barê girtina endamên Tevgera Azadî ên li Hewlêrê de daxuyanî da û got: “PDK bi girtina endamên me dixwaze binpêkirinên xwe yên ne exlaqî, ne demokratîk û ne mirovî li dijî azadîxwazan berdewam bike. Lê wê vê carê jêre nemîne û helwestek me ya cûda hebe. Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin.” Li Baregeha Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya li Silêmaniyê, Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên li ser girtina endamên Tevgera Azadî yên li Hewlêrê civînek çapemeniyê lidarxist. Tara Hisên di destpêka axaftina xwe de diyar kir Tevgera Azadî rêxistinek siyasî û civakî ye ku li tevayî Iraqê destûr pê hatiye dayîn kar bike û wiha got: “Lê zext, girtin û gefên li ser tevayî endamên Tevgera Azadî berdewame. Çend roj in li Hewlêrê PDK’ê dest bi girtin û binçavkirina endamên me kiriye. Endamên me tev xwebexşin, xwediyê prensîbên exlaqî û xwedî raboriyek paqijin. Kesên welatparêzin, bi taybet endamên me yên ku niha li Hewlêrê tên girtin Pêşmergeyên Dêrîn, girtiyên siyasî û kesên welatparêzin. Ji bona vê PDK’ê carek din ispat kir ku ne partiye, ne demokratîke ne jî Kudistaniye.”   'PLANÊN METIRSÎDAR ÊN PDK'Ê LI SER HERÊMA KURDISTANÊ HENE'    Tara Hisên, anî ziman ku tenê tawanê endamên wan ên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin ewe ku xwediyê fikrin û dixwazin civakê hişyar bikin û wiha domand: “Çeka Tevgera Azadî tenê îdeolojî û fikre, em dixwazin civakek xwedî îrade û rêxistinkirî hebe, daku nebin kirêgirtiyên dagirkeran û li dijî teslîmbûnê têkoşînê bipêşxin. Tevgera Azadî îro take hêze ku li gel xwedî derdikeve û xwedî helweste. Pilanên gelek metirsîdar ên PDK’ê li ser Herêma Kurdistanê hene. Dixwaze rewşa heyî ji bo gendeliyê, bê edaletiyê û birîna muçe û nebûna azadiyan bikarbîne. Dixwaze hîn zêdetir alîkariya dagirkeran bike û Herêma Kurdistanê rûbirûyê komkujiyan bike.”   'PDK DIXWAZE LI HEWLER DIHOK Û BEHDÎNANÊ NEFESÊ YEKCAR QUT BIKE'    Tara Hisên di dewamê de destnîşankir ku PDK dixwaze li Hewlêr, Dihok û Behdînan nefesa ku tê girtin bi yekcarî tine bike û siyaseta xwe ya heyî berdewam bike û wiha lê zêde kir: "Em dixwazin ragihînin ku wek Tevgera Azadî bi girtin, gef, lêdan û kuştinan em dest ji têkoşîna xwe naberdin. Em ê têkoşîna xwe, çalakî, kar û xebata xwe berdewam bikin û li gelê xwe xwedî derkevin. Em li Herêma Kurdistanê rê nadin bê mafî, bê azadî û dagirkeriyê. Em li beramberî binpêkirinên PDK’ê yên ne exlaqî, ne demokrasî û ne mirovane bêdeng namînin û wê helwesta me hebe. Ev car wê ji bo PDK’ê neçe serî, wê helwestek me ya cûdatir hebe û em ê çalakiyên girseyî hem li ser asta Herêmê hem li ser asta Iraq û Ewropayê lidarbixin. Em ê li dijî van binpêkirinan serî li hemû rêyên medenî bidin. Em ê kar û xebata xwe li dijî siyaseta ne demokatîk û ne exlaqane xûrtir bikin.”   Bi tometa ku endamê Tevgera Azadî ye, nêzî meheke Endamê Tevgera Azadî Tehsîn Yasîn Cehfer li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Ji beriya du rojan jî bi heman tometê bi ser mala endamên Tevgera Azadî Mam Samî û hevjîna wê Semîra Hemed Emîn de girtin û ew binçavkirin. Her wiha îro jî asayîşa PDK’ê bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Giştî ya Tevgera Azadî, Eyub Hemed ya li Hewlêrê de girtin û ew binçavkirin.