Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket 2020-08-09 11:46:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêjmara 34'emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta "Ziman şîrhelal e!" derket.      Rojnameya Xwebûnê ku heftane bi kurdî weşanê dike, bi hêjmara 34'an û manşeta "Ziman şîrhelal e" derket. Rojnameyê vê hefteyê cih da roportaja Mem Avba ku bi Nivîskarê Pirtûka "Etimolojiya Azadiyê" re kiriye. Dîsa nivîskar Munewer Azîzoglu bi nivîsa "Lêkolînên Kurdî", Niviskar Cemîl Oguz bi nivîsa "Cavît Murtazaoglu tiya ra şî", nivîskar Dildarê Amedê bi nivîsa "Du çîrokên Kurt", Nivîskar Dogan Hejar bi nivîsa "Civaka xwe pêşanê û zimanê dayikê", Şaşwar Mamê bi nivîsa "Rewşa zarokên êzidî yên ji DAIŞ'ê rigzar bûyî" Aborînas Ramazan Tunç bi nivîsa "Zembilfiroş, Partiya Hêza Standinê (PPP) û Piyaseya Zêr" û gelek nivîskarên din bi nivîsên xwe yên dewlemend li hiviya xwînerên xwe ne.    'KEN JI DEV Û LÊVAN KÊM NEDIBÛ'   Rojnameyê bi minasebeta salvegera kuştina Rojnamegera Kurd Denîz Firat ku li Mexmûrê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kuştin bi surmanşeta "Ken ji dev û lêvan, hevî ji çavan kêm nedibû" cih daye berxwedan û çîroka Denîz Firatê.