Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome 2020-08-09 09:13:34 DERSIM - Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku ji bo Gulîstan Dokû bê dîtin ev demeke av tê kêmkirin û got: "Divê lêpirsîna der barê windakirin, revandin û kuştinê bidome." Xwendekara Zanîngeha Mûznûrê ya Dersimê Gulîstan Dokû ji 5'ê Çileya 2020'an ve winda ye. Di xebatên lêgerînê yên heyan niha de tu tişt bi dets neketiye û her wiha lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dersimê jî didome. Malbata Dokûyê xwestibû ku Gola Bendavî ya li Ûzûnçayirê bê valakirin. Daxwaza malbatê hat qebûlkirin. Lê belê çendî ku ava golê hatiye kêmkirin jî tiştek nehatiye dîtin. Endama Komîsyona Jina ya BAroya Dersimê Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku îdiayên "întiharê" pûç bûne û got: "Divê lêpirsîna der barê windakirin, revandin û kuştinê bidome."   WÊ BÛYER ZELAL BÛBÛNA    Kalsen, anî ziman ku di bûyera Dokûyê de gumanbarê sereke Zaynal Abarakov bû û got: "Lê belê dozger bêtir li ser întiharê sekinî. Lê belê ji bo gumanbar Abarakov tu tevdîr nehatin bikaranîn. Mixabin ji ber ku ev tevdîr nehatin girtin, delîl jî tên windakirin. Îjar niha zehmet e mirov wekî roja ewil karibe xwe bigihîne delîlan. Heger delîl hatibûna berhevkirin û Zaynal hatbûna binçavkirin wê bûyer pir zelal bûbûna."    ÎDIAYA 'ÎNTIHARÊ' ZELAL BÛ    Kalsen, bertek nîşan da ku hîn jî li bendavê li Dokûyê tê gerîn û got: "Ev jî nîşan dide ku çi qasî lêpirsîn esas tê girtin! Daxwaza ji bo girtinê tê redkirin. LÊ belê hevdîtinn Dokûyê yên berî bê windakirin û gumanbar hemû hatine tespîtkirin. Gava mirov hin xisûsiyetan dinirxîne, dertê holê ku tekane gumanbar Zaynal e û diviya bi awayekî cidî liser bihata sekinandin. Hîn jî daxwaza ji bo girtinê tê redkirin. Piştî tehliyekirina ava bendavê lêpirsîn ber bi cihekî din ve diçe. Divê lêpirsîn  der barê windakirin, revandin û kuştinê bidome. Qet nebe bîrbiriya 'întihar' ji holê rabû û bûyer ber bi merheleyeke din ve çû."    MA / Ayşe Surme