Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin 2020-08-09 09:02:23 GÎRESÛN - Bajaroka Çavûşlû ya Gîresûnê ku bi salan e li dijî tesîsa bermayiyan bi zirareke mezin r erû bi rû maye, aniha jî bi xetereya tesîsa masîyan û santrala bermayiyên hişk re rû bi rû ye ku dê li peravê bên avakirin.    Şêniyên bajaroka Çavûşlû ya navçeya Gorele ya Gîresûnê bi salan e bi texrîbatên ekolojîk re rû bi rû ye. Di sala 2014'an de ligel bertekan jî tesîseke bermayiyên hişk hat avakirin. Piştî vê tesîsê bajarok ji be rbêhna çopê nehdihat îdarekirin û ava çopan jî diherikî çem. Hîn şêniyên bajarokê xwe ji bandora vê tesîsê xelas nekiribû, niha jî tê plankirin ku wê li derdora gundê Taşûcûyê li ser erzaiyekî 100 donimî tesîsa berterefkirina bermayiyan û tesîsa hilberandina enerjiyê bê avakirin. Her wiha wê li perava bajarokê jî tesîsa masiyan bê çêkirin.    PIŞTÎ TESÎSA ÇOPAN NEXWEŞÎN ZÊDE BÛN    Hayrîye Gul, destnîşan kir ku çopa Behra Reş hemû tê bajaroka wan û got, gava tesîsa bermayiyên hişk hatiye çêkirin hatine xapandin û ava çopan ber bi çem ve hatiye herikandin û masî mirine. Gul, piştî tesîsa çopan nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna dilî li mirovan peyda bûye û got, niha jî tê xwestin behrê bikin biherimînin. Gul got: "Av, hewa û çemê Çavûşlûyê çû. Em naxwazin behr jî ji destê me biçe."    ‘JI BO JIYANEKE PAK EM HATIBÛN VAN DERAN'    Zeynep Sefer, anî ziman ku 15 sal ber ji Stenbolê hatiye warê xwe Çavûşlûyê û got, lê belê niha wê ji ber tesîsekê perav bê tunekirin. Sefer, diyar kir ku ava çopan ber bi behrê vê hatiye şandin û got: "Çop tevli ava vexwarinê dibin û elrjî li canê mirovan çêdibe. Em nikarin ava vexwarinê vexwin. Em nikarin têkevin bherê. Ji bo ava çopan borî li peravê bicihkirine. Ji ber mişk û kelmêşan em nikarin di wir re derbas bibin." Sefer, diyar kir ku ew tesîsa masiyan jî anxwazin û got: "Wê paş û pêşiya me tevde bibe çopgeh." Ma ne heqê me ye jî ku em wekî mirovan bijîn."    'GELÊ ŞAVÛŞLÛYÊ NE KOBAYE'    Xebatkarê Şaredariya Bajaroka Çvaûşlûyê Abdûllah Kalafat jî got, wê tesîsên berterefkirina bermayiyên hişk û tesîsa hilberandina enerjiyê zirareke mezin bide derodor, xweza û mirovan. Kalafat got: "Masiyên tiştên kîmyewî dixwin, pîsîtiya wan diçe ser hêkên masiyên dinê û wan dikuje. Gelê Çavûşlûyê ne Kobay e."    Her wiha Kalafat destnîşan kir ku ji ber tesîsa çopê nikarin li şaneşînên xwe rûnên û got: "Rojê 12-15 qamyon çop tê valakirin."    MA / Tolga Guney