Esnafên Mêrdînê: Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin 2020-08-09 09:01:05 MÊRDÎN - Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re, aboriya Tirkiyeyê derbeyeke giran xwar. Esnafên Mêrdînê, anî ziman ku wisa dewam bike, ew ê heta dawiyê deyndar bibin û gotin: “Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin.” Li seranserî cîhanê hejmara berketiyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) her ku diçe zêde dibe. Şewba koronayê, hem bandorê li sen tenduristiya mirov hem dike, hem jî pirsgirîk aborî zêde dike. Li Tirkiyeyê yek ji bajarên ku herî zêde şewba vîrûsa koronayê lê belav bûye Mêrdîn e. Yek ji sedemên têkçûyina aboriya Tirkiyeyê, zêdebûna eflasyon û buhabûna dovîz a li hemberî Lîrayê Tirkiyeyê ye. Esnafên bajêr, diyar kirin ku carna ew 10 rojan siftah nakin û xwestin li dijî aloziya heyî êdî gavên girîng bên avêtin.   ‘YAN EM Ê DEST BIDIN HEV, YAN JÎ EM Ê BI HEVRE NOQ BIBIN’   Hayrullah Atay ê ku bi salane li Mêrdîna kevin esnaftiyê dike, anî ziman ku kare wan her roj xerabtir dibe û wiha axivî: "Ji ber vê pêvajoya şewbê li Mêrdînê, ne tûrîst tên û ne jî kare esnafan baş derbas dibe. Karên me pir neyînî derbas dibe. Jiyana me roj bi roj zehmetir dibe. Aboriya Mêrdînê ji ber turîstan ser piyan e. Ger tûrîst neyên, aboriya Mêrdînê, ji xwe tune ye. Rojên ku me 10 rojan sifteh nekirin heye. Li Mêrdînê vîrûs çiqas belav bibe, karê me esnafan jî ewqas zehmet dibe. Karê me neyînî bandor dike. Yan em ê dest bidin hev û yan jî em ê bi hevre noq bibîn. Li dijî aloziya aborî divê êdî gavên erênî bên avêtin.”   ‘EM DEYNDAR BÛN’   Ji esnafan Murat Donat jî bi lêv kir ku ne karkirin, bêkarî wan diwestîne û wiha got: "Em kargeha xwe vedikin û heta êvarî rûniştine. Kar tune ye. Em kîreyê de ne. Em nedikarîn kireyên xwe bidin û ne jî dikarîn debara xwe bikin. Dema ku serê mehê tê em nivî kireyê didin û nivî wê jî dimîne. Di berê de qet nebe, me kîreyên xwe didan niha em nikarîn kîreyên xwe jî bidin. Em deyndar bûn. Berê de şorbe dikelî, lê niha nakele. Amûrên ku berê de me bi rehet difirotin, di van salên dawî de nema diçin. Li Tirkiyeyê sala ku herî zêde aborî baş 20 sal berê bû, lê niha em bibêjîn başe, em ê xwe bixapînin.”   ‘KARÊ ME SEKINIYE’   Omer Aysevîm yê ku kargeha zîv dide xebitandin jî, diyar kir ku îsal karên wan sekiniye û wiha bilêv kir: "Pêvojaya pandemiyê ji me esnafan re pêvajoyeke pir zor û zehmet bû. Girtina kargehan û tedbîran em bandor kirin. Bêgûman di vê pêvajoyê de ji me re tişta herî girîng tendûristiya me û civakê ye. Di van 20 salên dawî de, aborî qet ne başe. Lê niha ji ber aloziya heyî û şewba koronayê tûrîst nayên bajêr û karê me jî ji ber vê sekinî.”   Zeynep Dûrgût