Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin 2018-01-03 15:03:21 NAVENDA NÛÇEYAN -  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, tev li civîna Ewlehiya Giştî û têkoşîna bi Tiryakê re bû. Soylu ferman da polîsan ku piyê tiryakfiroşan bişkînin û got: "Dema hûn li dora dibistaneke kesê tiryakê difiroşe bibînin, çiqas rexne bê kirin jî erka we polîsan şikandina piyê wî kesî ye."  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, li Salona Şûraya MEB'ê bi polîsan re civîn pêk anî. Di civîna Ewlehiya Giştî û Têkoşîna bi Tiryakê de axaftinek kir. Soylu,ferman da polîsan ku li gorî hiqûqê tev negerin. Soylu wiha got: "Me li 81 bajaran heta niha 7 caran li dora dibistanan pêkanînên aramiyê kirin. Dema ez li derdora dibistanê kesên tiryakê difiroşin bibînim kî rexne bike bila bike, peywira wî polîsî ewe ku piyê wî tiryakfiroşî bişkîne. Ji bo vê yekê ceza çi dibe bila bibe 5 sal dibe 10 sal dibe em dê razên. Ez pir aşkere dibêjim, em dê di sala 2018'an de têkevin ser serê wan. Em dê milletê xwe ji vê îletê xelas bikin. Ez dibêjim dema we dît çi hewce be bikin.    TENÊ LI ENQERE HEZAR Û 600 KES JI BER EROÎNÊ HATIN GIRTIN   Soylu, da zanîn ku di sala 2017'an de li Tirkiye rekora desteserkirina eroinê şikandine û di salekê de 20 ton eroîn desteser kirine. Soylu, anî ziman ku di sala 2017'an de tenê li Enqereyê hezar û 610 kes ji ber tiryakê hatin girtin.