ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-09 09:00:10 * Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yurekli, bal kişand ser bêhiquqiya li îmraliyê û diyar kir ku ev pergala li dijî hiqûqê aştiya civakê û hiqûqa heyî dixe nava hewqa avê.    *  Parêzer Fatma Kalsen, anî ziman ku ji bo Gulîstan Dokû bê dîtin ev demeke av tê kêmkirin û got: "Divê lêpirsîna der barê windakirin, revandin û kuştinê bidome."   * Bajaroka Çavûşlû ya Gîresûnê ku bi salan e li dijî tesîsa bermayiyan bi zirareke mezin r erû bi rû maye, aniha jî bi xetereya tesîsa masîyan û santrala bermayiyên hişk re rû bi rû ye ku dê li peravê bên avakirin.    * Cihwar û tirbeya Feqiyê Teyran çendî bêkes û kûs maye jî, lê belê hîn jî li ser piyaye.    * Xebatên yekîtiya neteweyî yên li Rojavayê di merheleya duyemîn de didomin. Lê belê Tirkiye, DYA, Farnsa û PDK di ser ENKS'ê re hesab û kitabên xwe ferz dikin û PYNK jî ku civak piştgiriyê didê di yekîtiyeke mayînde de israr dike.    * Li Çarşiya Misirê ku li gor bihayê dolar, eûro û zêr alvêrê dike û piraniya kesên diçinê turîst in, hema bibêje niha kar û barên wê jî nemaye. Ji ber pandemiyê turîstên dihat çarşiyê jî hema bêje nemaye û ji ber vê karê çarşiyê pir kêm bûye.    * Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re, aboriya Tirkiyeyê derbeyeke giran xwar. Esnafên Mêrdînê, anî ziman ku wisa dewam bike, ew ê heta dawiyê deyndar bibin û gotin: “Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin.”   * Rêxistina DBP'ê ya Wanê, dê bi şîara “Bi Ruhê yekîtiya neteweyî ber bi civaka azad ve" 5'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk bînin. (11.00)