Eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir 2020-08-09 08:10:08   MÊRDÎN - Li Gundê Şêbê yê Navçeya Şemrexê, piştî esker derketin operasyonê şer derket. Piştî şer eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir. Hat diyar kirin ku li herêmê agir bi zevî û daran ket.    Esker li herêma navbera Gundê Şêbê û Şêba Jêr ên navçeya Şemrexê derketin operasyonê. Piştî operasyona eskeran şer derket. Eskeran piştî şer ketin û derketina gundê Şêbê li welatî û şêniyên herêmê qedexe kir. Piştî bi saetan şer li herêmê berdewam kir, eskeran destûr nedan ku welatî sewalên xwe derxin dervê gund. Hat zanîn ku piştî şer li herêmê dar, ber û zevî şewitîn.