Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 829 2020-08-08 21:31:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 172 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 16 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 16 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 172 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 239 hezar û 622 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 829.