Li Bedlisê şewat li gundekî hat vemirandin lê li gundekî hê jî didome 2020-08-08 16:44:53   BEDLÎS – Agirê ku li gundê Oleka Jor ê Bedlisê derketibû hat vemirandin lê li gundê Oleka Jêr hê jî agir didome.    Agirê ku duh li Bedlisê derketibû hê jî didome. Agirê li gundê Oleka Jor derketibû hat vemirandin lê li gundê Oleka Jêr hê jî agir didome. Gundiyan, destnîşan kir ku bi bandora bayê agir hê zêdetir belav dibe û sedema teqez a derketina agir nizandin. Gundî, bi guman in ku agir ji aliyê balefirên keşfê yên li herêmê digerin ve hatibû derxistin. Dîsa li gorî agahiyeke din ku ji gundiyan hat wergirtin wesayîteke reş ku hatiye herêmê agir derxistiye.