Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike: Em ê destûr nedin 2020-08-08 16:16:41   DERSIM - Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, bertek nîşanî projeya avahiyê ku li Avzêmên Mûnzûrê tê xwestin bê pêkanîn da û got ku dê destûr nedin pekanîna projeyê.    Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike, bertek nîşanî projeya avahiyê ku li Avzêmên Mûnzûrê tê xwestin bê pêkanîn da. Li ser navê meclisê Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul, axivî û diyar kir ku avzêm ji bo baweriya elewîtiyê ziyareteke pîroz e.    Sarigul, destnîşan kir ku xwazeya herêmê bi hezaran salan hatiye parastin û ev tişt got: “Projeya peyzajê mudaxaleya li çand, bawerî û bîra menewî ye. Bi projeyê tê xwestin navendekî baweriyê ji xwemaliya xwe bê dûrxistin û wergere navendeke bazirganiyê. Avzêm qada meya ziyarete ye. Kesên ji baweriya me tehemûl nakin nikarin vir sererast bikin. Heta ku riza neyê girtin em destûr nadin ku kemce bikeve avzêman û hilweşîne.”