Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne 2020-08-08 16:07:28 AMED - Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di nivîde birî û hişyariya “Tu yê mewlîdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.    Melayê ku li gundê Satya yê girêdayî navçeya Sûr a Amedê, di taziyekê de mewlîda kurd dixwend, ji aliyê esker ve hat hişyarkirin. Li gorî agahiyên welatiyên gund, esker ji meleya mewlîda kurdî xwende re got: “Gelo hûn PKK’î ne? Hûn çima bi kurdî mewlîdê dixwînin? Tu yê mewlîdê yan bi Tirkî ya jî bi Erebî bixwînî.” Esker ji mela xwest ku mewlîdê bibire û mela jî ji ber zextên esker mewlîda dixwend, di nivîde birî.