Li Edeneyê bertek nîşanî binçavkirin dan 2020-08-08 16:04:01   EDENE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, xwest ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan û got ku di bin navê “operasyona terorê” de hedef tên nîşandin û tişta jê te teror tê gotin gel bixwe ye. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê, bertek nîşanî binçavkirinên ku duh li bajar pêk hatibûn da. Beriya daxuyaniyê avahiya HDP’ê ya bajar ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û HDP’iyan di bin dorpêça bi mertalên polisan de daxuyanî da.   HDP HEDEF TÊ NÎŞANDAN    Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di bin navê “operasyona terorê” de Meclisa Ciwanan a partiya wan hedef tên nîşandin û ev tişt got: “Desthilata AKP’ê ku li pey zêdekirina zextan e dixwaze bi vê muxalefeta civakî bitepisîne. Di serdegirtinan de polisan îşkencel li kesên li malan kirine. Serokkomar dibêje, ‘di têkoşîna li dijî terorê de ne mîna 17 sal berê ne.’ Hûn pêkanînên ji 17 sal berê sosrettir pêk tînin. tişta jê te teror tê gotin gel bixwe ye.”   Hatimogûllari daxwaz kir ku hemû kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.    Daxuyanî, bi berzkirina dûrişmeya “Binçavkirin, girtin, zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.