Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin 2020-08-08 15:23:46   EDEME- Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Edenê Ferhat Sezgîn, di saetên nîvro de, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, îro di saetên nîvro de li taxa Kiremithane ya navçeya Yuregirê ya Edenê bi ser mala endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Edenê Ferhat Sezgîn de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Sezgîn binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edenê.    Bi binçav kirina Sezgîn re hejmara kesên hatin binçavkirin, derket 14’an.