Derp heye, rapor tuneye 2020-08-08 15:06:53 EDENE -  Hat hînbûn ku Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan ê di serdegirtina malê de hat derpkirin û binçavkirin, rapora tundî û lêdana lê hatibû kirin, ne danê.     Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, duh serê sibê bi ser malan de girtin û endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Kalkan û endamên Meclîsa Ciwanên Edenê jî, di nav de 16 kes binçav kirin.   Mûhîttîn Kaya, Şukran û Faruk Efeturk ên hatibûn binçavkirin, piştî ku duh li ewlekariyê îfade dan serbest hatin berdan. Derbarê dosyeya 13 kesên din de heya 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayîn. Ahmet Can Bay, îro piştî li ewlekariyê îfade da bi fermana dozger hat berdan.   ÇAVÊ WÎ YÊ ÇEPÊ WERIMI BÛ   Parêzeran piştî biyara qedexeya hevdîtina 24 saetan bi dawî bû, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran, dan zanîn ku endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan, di dema binçavkirinê de, hatiye derpkirin. Kalkan derbarê binçav kirina xwe de ev agahî dan parêzeran: “Polîsan di dema serdegirtinê de, ez bi erdê re dirêj kirim. Destên min paşve kelepçe kirin. Li ser û çavên min xistin. Pêl pişta  min kirin. Ez derp kirim û rastî heqaretên wan hatim. Xwestin min weke kesekê ez bi veşartî dixebitim, pênase bikin. Lê min ji wan re got ez endamê PM’a HDP’ê me. Pişt û erzinka min diêşin.”   Kalkan, dest nîşan kir ku dûre wî birine nexweşxanê, jê re gotine derp heye, lê rapor tuneye û bi vî awayî rapora derbê ne dane wî.