Bal kişandin ser rewşa Bûlût ku li gel raporê nayê berdan 2020-08-08 14:53:20   STENBOL – Di Rûniştina F’yê de vê hefteyê hat xwestin ku girtiyê nexweş Sureyya Bûlût ku parçeyên şarapnele birînên xedar di laşê wî de vekirine û pirsgirêkên micid ên tenduristiyê dijî, bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 437’an de çalakiya Rûniştina F’yê ya ku her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, pêk anî. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî hat lidarxistin. Parastvanên mafên mirovan, di rûniştina vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Sureyya Bûlût ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê girtî ye.     BI BIRÎNDARÎ TÊ GIRTIN   Daxuyaniya hefteyê Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Şahîn û Mehmet Acettîn dan. Di daxuyaniyê de qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat kirin. Di daxuyaniyê de pêvajoya girtin û nexweşiyên Bûlût hat vegotin û hat destnîşankirin ku Bûlût di sala 1994’an de bi birîndarî hatiye binçavkirin û li şûna nexwaşxaneyê hêzen ewlehî ew birine emniyetê 16 rojan îşkenceyên gelek giran lê kirine.    ÇAVÊ XWE WINDA DIKE   Hat diyarkirin ku piştî binçavkirinÊ Bûlût Ddestpêkê şandina Girtîgeha Tîpa E ya Sêwazê û ji vir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bûnyanê hatiye kirin û ji bo tedawiyê rakirine Nexweşxaneya Zanîngehê ya Erciyesê. Heta ku Bûlût radikin nexweşxaneyê çavê xwe yê rastî bi temamî winda dike û piştre ku tedawiya li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê tê kirin û çavê xwe yê çepê jî ji sedî 20 winda dike.    LI GEL RAPORÊ JÎ NAYÊ BERDAN   Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di sala 2003’an de nexweşxaneyê rapora “Nikare li girtîgehê bimîne” daye Bûlût û li ser vê yekê Bûlût serî li Saziya Tipa Edlî daye û nehatiye berdan. Piştî ku di sala 2013’an de rewşa wî girantir dibe, Bûlût dîsa serî li Saziya Tipa Edlî dide, lê saziyê hê jî bersiv nedaye. Li gel ku gelek nexweşî lê peyda bûne û raporê jî Bûlût nayê berdan.   BERDANA WÎ XWESTIN   Di dawiya daxuyaniyê de ji bo berdana Bûlût ev daxwaz hat kirin: “Em weke parastvanên mafê mirovan; daxwaz dikin ku Bûlût ê ku rapora wî ya nikare li girtîgehê bimîne heye û gelek nexweşî lê peyda bûne û pirsgirêkên tenduristiyê yên micid dijî, astengiyên li pêşiya xwe gihandina tedawiyê bên rakirin û bê berdan.”