Li Sîncanê rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke 2020-08-08 14:11:54 ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bal kişand ser rewşa 4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin û banga kir ku divê bi awayekê lezgîn girtiyên jin bên berdan.   Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya heftiya 309’emîn de bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê dimînin. Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê hat lidarxistin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmene, daxuyanî da û wiha got: “Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê, 4 jê giran 18 girtiyên nexweş ehne. Jiyana girtiyên nexweşên giran Pinar Tîkît, Dîlber Tanrikûlû, Rihan Kavak Ozbek û Canan Ûtangaç di xeteriyê deye.    Çevirmen, diyar kir ku nexweşiyên cuda yên van girtiyan hene û wiha banga hestiyariyê li raya giştî kir: “Her ku diçe rewşa van 4 girtiyan girantir dibe. Di Girtîgeha Sincanê de, girtiyên nexweş di demê xwe de nayin dermankirin û tedawî kirin. Ji bere mûayeneyên bi kelepçekirî û wesayîtên rîngê yên yekesi mafê tenduristiya girtiyan tê binpêkirin. Divê dawî li van binpêkirina bê. Lazimeke ku girtiyên nikarin di girtîgehan de bimîninin, bi lezgînî bên berdan.”