MKGP: Em ê bibin pênûs û kameraya Deniz Firat 2020-08-08 13:54:32   NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî rojnameger Deniz Firat bi bîranî û got: "Emê bibin deng, pênûs û kameraya Deniz.   Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), bi daxuyaniyeke nivîskî rojnameger Deniz Firat bi bîranî. Her wiha di daxuyaniya nivîskî de rojnameger Ferhat Tepe û Huseyîn Deniz jî hatin bibîranîn. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Rojnameger Denîz cara yekem êrîşên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Şengalê ji cîhanê re ragihand. Deniz bi wêrektiya xwe, bi biryarbûn û evîndariya xwe ya azadiyê bû ronahî. Ji bo serpêhatiyên li ser vî axê pêk hatî bîne ziman kameraya xwe girt û rastiya heyî anî ziman. Em rojnamegerên jin dê bibin deng, pênûs û kameraya Deniz e. Em ê rastiyê ji hemû cîhanê re ragihînin û têkoşîna jinan mezin bikin.    Her wiha em di şexsê Deniz Firat de kedkarên çapemeniya azad Ferhat Tepe û Huseyîn Deniz bi bîrtînin."