Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin? 2020-08-08 13:48:20 ENQERE - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji aboriyê berpirsiyar Garo Paylan, ji Wezîrê Xizînê û Maliyê Berat Albayrak tenê pirsa “Gelo hûn difikirin ku îstîfa bikin?” kir.    Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê ji aboriyê berpirsiyar û Parlamenterê Amedê Garo Paylan, derbarê pêşketinên di aboriyê rû didin de, pêşniyazpirsekê ku ji yek pirsî pêk tê ji bo ku Wezîrê Xizînê û Maliyê Berat Albayrak bi bersivîne da Meclîsê.   Di hinceta pêşniyazpirsa hat dayîn de, wiha hat goti: “Wezîrê Xizmet û Maliyê Albayrak di 10’ê Tîrmeha 2018’an de hat tayînkirin. Ji roja ku Albayrak hat tayînkirin û vir ve, aboriya Tirkiyeyê her ku diçe têk diçe. Di Tîrmaha 2018’an de Dolar 4,54 TL, Euro 5,34 TL û zêrê çaryek 304 TL bûn. Di vê heftê de, dolar 7,30 TL, Euro 8,70 TL û zêrê çaryek 800 TL’yî derbas kirin. Perê me bû pelik. Êdî kes nikare çaryek zêr bikire. Di dema we de, welatî xizan bûn, bêkarî zêde bû û her tişt biha bû. Dîsa we hemû danheviyên Bankeya Navendî û bankayên çamawerî xilas kirin. We bi jêderkên çemawerî alîgirên xwe edilandin.     Paylan di pêşniyazpirsa da de, ji Albayrak tenê pirsa “We di nava du salan de aborî qedand. Gelo hûn difikirin ku îstîfa bikin?” kir.