Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin 2018-01-03 14:17:37 ÎZMÎR - Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu operasyona li dijî partiya xwe wekî "Hesabên komkujiyeke wêrekî dikin" pênase kir û ev tişt got: "Nifûsê Îzmîrê 4 milyon û nîv e. Heke li vî bajarî di nava salekê de 3 hezar mirov bên binçavkirin, wê demê pirsgirêkeke mezin heye." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser girtin û binçavkirinên li bajêr li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Wekîlê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, rêveberên navçe û bajêr ên HDP'ê jî tev li civînê bûn.   'DI SALEKÊ DE 3 HEZAR MIROV BINÇAV KIRIN’    Kurkçu di civînê de axivî, girtin û binçavkirin wekî "qirkirina siyasî" şîrove kir û ev tişt got: "Tişta Naziyên Almanyayê li dijî muxalîf û cihûyan dikir, îro li vî welatî li dijî muxalîfan tê kirin. Tenê cudahiya wan ew e, li vir mirovan di odeyên gazê de bi cih nakin û wan bi gazê nakujin e. Dema hun gazên odeyî yên Holokostê li Almanyayê jê der bixin, tişta li Tirkiyeyê tê kirin heman tişt e. Nifûsa Îzmîrê 4 milyon e. Li vî bajarî tenê di salekê de 3 hezar mirov beyî ku hiqûq li ber çavan bê girtin, hatin binçavkirin. Ev jî dide xuyakirin ku pirsgirêkek mezin heye. Bêguman dê baweriya van mirovan bi hiqûqê neyê."   ‘HÛN DIBÊJIN PKK, AN PQQ’    Kurkçu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dema hûn bên darizandin, hiqûqê wekî destekekê li ber çavan negirin, ji xwe 80 sal e bêhiqûqî heye û wiha pê de çû: "Niha kesên digirin bin çavan, ji wan pirsa 'Hûn dibêjin PKK? An PQQ?' Li gorî bersivê helwestê didin nîşan, li gorî bersivê digirin an jî berdidin. Tenê bi vê jî têr nabin, piştî mirovan dişînin girtîgehê, li dijî yên mayî operasyoneke din pêk tînin. Mînak heke pastexane an jî bufeyek bide xebatê, van didin rawestandin. Bi vê re tenê yên dişînin girtîgehê ceza nakin, malbata wan jî ji her tiştî mehrûm dikin."   Kurkçu da zanîn ku komkujiyeke wêrekî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku hatine binçavkirin û girtin, yekî ku deng nedabe HDP'ê tune. Ev pêla girtin û binçavkirinê li dijî dengdêrên HDP'ê ye." Kurkçu kongreya HDP'ê ya 11'ê Sibatê li Enqereyê tê lidarxistin jî bi bîr xist û aşkera kir ku ew ê bi vê kongreyê re mohra xwe li 10 salên pêşiyê bidin.