Hefteya 600’emîn: Heta windayê dawîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome 2020-08-08 12:47:17 AMED – li Amedê, Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin, di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku 600 hefte ye tê lidarxistin de axivî û got ku heta windayê dawîn bên dîtin û bê darizandin dê têkoşîna wan bidome.   Çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte li dar dixin, di hefteya 600’emîn hat lidarxistin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo rûberîhevkirina raborî, edalet û heqîqetê pê be, bi biryar bangên xwe yên li rayedaran bidomînin.    DI TÊKOŞÎNÊ DE BI ISRAR IN   Hasan Yalçin, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya windakirinên faîlî mevçhûl û pirs kir ku xizmên wan ên winda li kuderê ne û çi bi wan hatiye. Yalçin, pişt re destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê didome û got ku heta windayê dawîn bên dîtin û bê darizandin dê têkoşîna wan bidome.