Mîraçê 4 salî 9 rojin winda ye 2020-08-08 12:29:33   AMED - Zarokê 4 salî Mîraç Çîçek ê 9 roj berê li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû, hêj nehatiye dîtin.    Zarokê 4 salî Mîraç Çîçek, di 1'ê Tebaxê de li Taxa Kelekçî ya Pîrana Amedê winda bû. Mîraç Çîçek ku 9 roj berê winda bû hêj nehatiye dîtin. Piştî Mîraç Çîçek winda bû, li ser agahiya malbatê yekineyên AFAD, UMKE û nokerên avê dest bi lêgerînê kirin. Lê Mîraç heta niha hêj nehatiye dîtin. Şêniyên taxê jî tev li lêgerina Çiçek bûn. Xebatên lêgerîna Mîraç ên li axur, mal, qadên bi daristan û li ser ava bendavê dewam dikin.     Li aliyê din, eskeran herî dawî têkildarî Mîraç îfadeya 6 kesan girtibû û di çarçoveya îfadeya van kesan de xebatên lêgerînê didomînin.