Li gundê ku Goristana Xerzanê lê bû şewat derket 2020-08-08 12:18:05 BEDLÎS - Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê şewat derket. Şewata ku agirkujan mudaxile nekir, belavî goristana gund bû.    Li gundê OlekaJor a Bedlîsê şewat rû da. Hat diyar kirin ku li gundê Goristana Xerzanê lê bû, destpêkê balafira keşfê lê firiyaye. Welatiyên li gund dijîn, dan zanîn ku şewat belavî goristana gund bûye.    Gundiyan, dan zanîn ku wan bangî ekîbên agirkuj kirine, lê kesek nehatiye mudaxileyî şewatê nekiriye û wiha gotin: “Em nizanin çawan şewat derket. Berî ku şewat rû bide, balafirekê keşfê li herêmê difiriya. Dibe sedama şewatê balafira keşfê be. Em ji ber şewatê nikarin bikevin gundê xwe.”   Niştecihên gundê Oleka Jor, ji bo şewata berfireh dibe, banga alîkarî û piştevaniyê kirin.    Berê jî, li navçeya Lîcê ya Amedê, goristana kesên di şer de jiyana xwe ji dest da bûn hatibû şewitandin.